Li Batmanê Mîtînga Meryemî

Li Stadyûmê, Roja Jinên Muslumanê Cîhanê Hat Pîroz Kirin

Li Batmanê li stadyûmê, derbarê roja jinên muslumanê cîhanê de, ji aliyê komela Sevgî-Der, bernameyek hat li dar xistin. Bername xisûsî ji bo jin û qîza bû. Bernama bi “Hezretî Meryem û Îffet”, saet di dûda de, bi xwendina Quranê dest pê kir. Mensûbê komelê Sevîm Yildiz, xeberdana xêrhatinê kir. Da zanîn ku ji bo keç û xanimin musluman, mîsal û nimûnên xweş, Hz Fatima, Hz Hatîce, Hz Asiye û Hz Meryem in.

Bernama bi heyecan û tevliyek mezin, bi îlahiyên zarokên qîzên biçûk dewam kir. Di xeberdana de wiha hat gotin “Roja jinên muslumanê cîhanê, bi roja wîladeta hezretî Fatimaya qîza pêxemberê me ya di 20î Cemaziyel Axirê de, hatiye îlan kirin. Ğîret û îffet û fedekarî û heyata Hezretî Fatima, ji bo hemî jinên musluman, xweş mîsal e. Heya, îffet û hîcab ji qîzên mumin û musluman ferz e.

Gulcan Çöklü, li ser îffetê, serê heştê sal mucadela ku li ber tesettûr û îffeta jinên musluman hatiye kirin, û li ser îffeta Hezretî Meryem peyivî. Gazî hemî xwendekarên keç kir ku tahsîla xwe meryemwarî biqedînin.

Dûre Sumeyye Uruk, di xeberdana xwe ya Kurdî de, li ser mucadele û mesûliyeta jinên musluman sekinî. Ji dê û xwuşkê musluman, xwest ku hezretî Meryem di her seha heyata xwe de, ji bîr nekin û bikin rehber.

Bername, bi xwendina îlahî û Quranê bi dawî bû.

Li aliyê din, li Diyarbekir li salona Kaplanê jî, bi munasebata roja jinên muslumanê cîhanê, bernameyek hat li dar xistin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kültür Sanat Haberleri

2024 siyer yarışması soru ve cevapları
2023 siyer yarışması soru ve cevapları
Siyer Yarışması kayıtları 100 binlere ulaştı
Nisanur dergisi ağustos sayısı, "Siyaset, Müslüman ve Kadın" başlığıyla çıktı
İnzar dergisi ağustos sayısında "Sapma" konusunu işledi