Li ser rêya Bedlîs-Tatwanê ji ber mija gurr a li bajêr qeza pêk hat.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên ekîbên AFAD, tenduristî, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxisitn li cihê Fabrîqeya Eren Îplikê ji ber mij û cemedê û qeşaya rêyan qezaya zincîrê pêk hat, di encamê de 23 wesayît li hebv qelibîn ü herî kêm 31 kes birîndar bûn.
Mirovên birîndar bi ambûlansên ji Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê re hatin rakirin.
Ji ber qezayê li ser rê trafîk çêbû..
Hat diyarkirin ku piştî wesayit bên rakirin dê trafîk normal bibe.
Ekîbên trafîkê hişyarî da şofêran ku li ser rêya ku ji ber mijê kêm dîtin heye bila baldar bin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)