Doh ji teref Meteorolojîyê ve hatibû daxuyandin û îro jî di seatên serê sibehê de barîna berfê tesîrdar bû, ji ber hişyarîya meteorolojîyê welatî bitedbîrbûn.
Bajêr di demeke kurt de bi barîna berfê spî bû. Di seatên ewil de gelek dîmenên xweş derketin holê.
Bi taybetî jî berf li alîyê herêma Rahwayê zêde barîya û di rêyên mezin de ekîban dest bi xebatê kiribûn.
Rayedarên Meteorolojîyê hişyarî dan ku ew ê berf heta şeva roja şemîyê bibare. (ÎLKHA)