Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD), daxuyand ku li Behra Egeyê di mezinahîya 5an de erdhejek hat qeydkirin.
Erdhej, 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatîye.
Hat diyarkirin ku mezinahiya erdhejê di navbera 3,6 û 5an de pêk hat.
Li herêmê xebatên erdhejê ji 28ê Çileyê vir ve dewam dikin. Ji wê demê ve li herêmê bi sedan erdhej hatin tomarkirin. (ÎLKHA)