Derbarê mijarê de ji teref Navenda Qeyranê ya Belçîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 123 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan derket 823 kesan.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine hezar û 189 kes zêde bû û derket 13 hezar û 964 kesan.
ÎLKHA