Qeza li nêzî gundê Saraycikê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û teqle avêt.
Di encama qezayê de 19 kes birîndar bûn, kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)