Li Brezîlya, Hindistan û Meksîkayê ji ber Coronavîrusê heta niha 142 hezar û 434 kes mirin

Di 24 seatên dawî de li Brezîlyayê 1163 kes, li Hindistanê 671 kes û li Meksîkayê jî 736 kes ji ber Coronavîrusê mirin.

Hindistan

Wezareta Parastinê ya Hindistanê destnîşan kir di rojekê de bi 34 hezar û 884 kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket milyonek û 38 hezar û 716 kesî û bi mirina 671 kesên din hejmara mirîyan jî derket 26 hezar û 273 kesî.

Meksîka

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de 736 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 38 hezar û 310 kesî. Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 7 hezar û 257 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket 331 hezar û 298 kesî.

Brezîlya

Wezareta Parastinê ya Brezîlya destnîşan kir di rojekê de bi 34 hezar û 177 kes bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 2 milyon û 46 hezar û 328 kesî û bi mirina 736 kesên din hejmara mirîyan jî derket 38 hezar û 310 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya
Li 4 bajaran ji perwerdehîyê re navber hat dayîn