Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû li Brezîlyayê her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike. Li gorî daneyên dawî yên ku hatin belavkirin; li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de 1220 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 69 hezar û 184 kesî û di encama testên ku hatin kirin de bi 42 hezar û 169 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan jî derket milyonek û 775 hezar û 779 kesî.
ÎLKHA