Li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de 1254 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Hat ragihandin li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de 1254 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 66 hezar û 741 kesî.

Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû li Brezîlyayê her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike. Li gorî daneyên dawî yên ku hatin belavkirin; li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de 1254 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 66 hezar û 741 kesî û di encama testên ku hatin kirin de bi 45 hezar û 305 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan jî derket milyonek û 668 hezar û 589 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya