Di şewata ku li navçeya Yildirima Bûrsayê di xanîyekî de derket de 8 zarok û dayîkek canê xwe ji dest dan.
Walîyê Bûrsayê Yakup Canbolat, destnîşan kir ku li taxa Degîrmenonûyê di du qatê avahîya ku malbatên Sûrîyeyî di çarçoveya parastina demborî de diman de şewat derket, di seat 23.52yan de jî ji îtfaîyeyê re îxbara şewatê hat kirin.
Canbolat, di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ekîbên me yên îtfaîyeyê bi lez dighêjin cihê şewatê û dest bi tefandina şewatê dikin lê dema ku şewat hat tefandin xuyangên ku di nav xanî de bû me gelek xemgîn kir. Di hindir de 9 ceset hene. Ji van 8ê wan zarok in û yek jî dayîk e. Ji 8 zarokan 6ê wan jî aîdê vê malbatê ne, hat hînbûn ku du zarokên dinê jî xwerzê wan bûne. Bav li derve ye. Bav tê midexele ji şewatê re dike lê ji dûmanê tesîrdar dibe. Dûre ekîbên me yên 112yê wî radikin dibin nexweşxaneyê. Rewşa wî ya tenduristîyê baş e. Mixabin me di hindir de 9 însanên xwe yên Sûrîyeyê winda kir. Xeyn ji van dayîkek, zarokek û bavekî yên ku li qata jorê rûdinên jî ji dûmanê tesîrdar bûne. Ew jî ji teref ekîbên 112yê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Îxtîsasa Bilind ya Bûrsayê. Rewşa wan yê tenduristîyê baş e.”
Canbolat, derheqê sedema derketina şewatê de jî weha got, “Li gorî tespîtên pêşî yên ekîbên me yên îtfaîyeyê wisa xuya dike ku şewat ji ber sobayê pêk hatibe.”
Navê zarok û dayîka ku canê xwe ji dest dan jî ewakî ne, dayîk Amîna Eltaha Elmuse (31), zarokên wê jî Yasîr (1), Ahmed (4), Gerem (6), Merem (9), Alî (10 ) û Muhammed Aljasem (3) û xwerzên ku li malê mêvanbûn jî, Ahmed (10) û Ali El Cesim (11) e. (ÎLKHA)