Li Bûrsayê qeza: 3 mirî, 4 birîndar

Li Îznîka Bûrsayê, dorseya tirê ya dema ku vîrajê derbas dibe dişemite li wesayita ku ji rêya din tê dixe, di encama qezayê de tevî şifêrê wesayitê 1 jê zarok 3 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Îznîka navçeya Bûrsayê li Taxa Boyalicayê di danê sibehê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, tira bi plaqeya 06 CUF 534, dema ku ji Orhangazîyê diçû Îznîkê li vîrajê şemitî.

Dorseya ku şemitî, li wesayita bi plaqeya 16 LMM 49 ku ji rêya din dihat qelibî. Wesayit bi encama lexistinê bû xurde, tevî şifêr 1 jê zarok 3 kesê ku ji 6 kesên di wesayitê de bûn mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdayînê ekîbên polîs, ambulans û îtfaiyeyê hatin sewqkirin li cihê bûyerê.

Birîndar hatin birin Nexweşxaneya Îznîkê ya Dewletê.

Polîs derheqê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Demîr li Entabê zîyaretên xwe didomîne
Ciwanê Azad hevdîtina nimêja serê sibehê didomîne
Ji Dêrsim û Pulurê re qeyûm hat avêtin
Li Rihayê qezaya trafîkê: Mirîyek, 3 birîndar
Qeredaxî: “Mesulîyetên mezin ên alimên Misilmanan hene”