Li Bursayê qeza: 4 mirî 6 birîndar

Li navçeya Înegola Bursayê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja  Bursa-Enqerê li nêzî mewqîya Taxa Ruştîyeyê pêk hat.

Li gorî îddîayan wesayîta ku şofêrê wê Osman Murat O bû, dema ku dikir ji cihê lê derbasbûn qedexe ye derbas bibe wesayîta ku şofêra wê Aysel Daçik bû lê qelibî. Wesayîteke din a ku ji  hêla Enqerê ve dihat jî li wesayîtên ku qeza kiribûn qelibî.

Di encama qezayên ku pêk hatin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî