Li Çewligê hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 4an

Li Çewligê kesekî ku jehrê û tiryakê xwaribû û bi kêrê êrîşê derdorê kiribû, di encama wê êrîşê de gelek mirov birîndar bûbûn 2 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hatîye belavkirin de hat destnîşankirin mirovê ku êrîşê kirîye mirovê ku girêdayê jehr û tiryakê ye, li taxên cuda yên bajêr êrîşan li dar xistîye û di encamê de 9 kesan birîndar kiribû û ji wan jî 2 kesan canê xwe ji dest dabûn.

7 birîndarên dinê jî li nexweşxaneyê tedawîyên wan berdewam dikir lê hat diyarkirin ku ji wan 2 kesên dinê jî canê xwe ji dest dan. Bi tevî van hejmarê qurbanîyan derket 4 kesan.

Hat destnîşankirin ku tedawîya 5 kesan hêj didome. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar