Li Çewlîgê otobusa rêwîyan qulibî: 4 mirî 35 birîndar

Di encama qezaya ku li Dara Hênêya Çewlîgê pêk hat de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Qeza li gundê Tarlabaşiyê li mewqîya Makberê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 33 CFU 60 a ku aîdî fîrmaya Mardin Seyahetê bû li Dara Hênêya Çewlîgê ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir. Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe