Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 109 milyon û 131 hezar û 595 kes bi vîrusê ketin û 2 milyon û 406 hezar û 116 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 28 milyon û 196 hezar û 964 kes bi vîrusê ketin.