Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 11 milyon û 956 hezar û 64 kes bi vîrusê ketin û 546 hezar û 742 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 3 milyon û 97 hezar û 84 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA