Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 111 milyon û 962 hezar û 853 kes bi vîrusê ketin û 2 milyon û 478 hezar û 165 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 28 milyon û 765 hezar û 423 kes bi vîrusê ketin.