Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 112 milyon û 660 hezar û 52 kes bi vîrusê ketin û 2 milyon û 496 hezar û 901 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 28 milyon û 897 hezar û 718 kes bi vîrusê ketin.