Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 114 milyon û 689 hezar û 757 kes bi vîrusê ketin û 2 milyon û 543 hezar û 314 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Hindistan, , Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 29 milyon û 255 hezar û 344 kes bi vîrusê ketin.