Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 18 milyon û 479 hezar û 545 kes bi vîrusê ketin û 698 hezar û 243 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 4 milyon û 862 hezar û 513 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA