Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 21 milyon û 617 hezar û 587 kes bi vîrusê ketin û 768 hezar û 995 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 5 milyon û 529 hezar û 789 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA