Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 25 milyon û 387 hezar û 330 kes bi vîrusê ketin û 850 hezar û 600 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 173 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA