Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 25 milyon û 914 hezar û 484 kes bi vîrusê ketin û 861 hezar û 462 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 257 hezar û 938 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA