Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 26 milyon û 471 hezar û 716 kes bi vîrusê ketin û 873 hezar û 223 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 335 hezar û 244 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA