Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 3 milyon û 908 hezarî bi vîrusê ketin û 270 hezar û 216 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 289 hezar û 105 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin.