Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 65 milyon û 536 hezar û 642 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 511 hezar û 919 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 14 milyon û 535 hezar û 196 kes bi vîrusê ketin.