Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 67 milyon û 393 hezar û 283 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 541 hezar û 747 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 15 milyon û 159 hezar û 529 kes bi vîrusê ketin.