Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 74 milyon û 536 hezar û 277 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 655 hezar û 282 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 17 milyon û 394 hezar û 314 kes bi vîrusê ketin.