Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 79 milyon û 57 hezar û 222 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 737 hezar û 748 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 18 milyon û 917 hezar û 152 kes bi vîrusê ketin.