Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 84 milyon û 429 hezar û 757 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 836 hezar û 442 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 20 milyon û 617 hezar û 346 kes bi vîrusê ketin.