Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê 84 milyon û 982 hezar û 875 kes bi vîrusê ketin û milyonek û 843 hezar û 556 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine. Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 20 milyon û 904 hezar û 701 kes bi vîrusê ketin.