Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 9 milyon û 912 hezarî kes bi vîrusê ketin û 497 hezar û 67 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 552 hezar û 956 kesî re vîrus hat tespîtkirin.
ÎLKHA