Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 184 hezaran

​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 184 hezar û 619 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 184  hezar û 619 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  101  milyon  û  457  hezar û 202 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 439 hezar kesan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî
Encamên destpêkê yên serjimartina li Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin
Li Rihayê ji ber barîna berfê di çûndin û hatinê de zehmetî tê kişandin
Li Xezzeyê 10 hezar kon ji ber baranê zerarê dîtin û di bin avê de man
Li Bedlîsê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek pêk hat