Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 237 hezaran

​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 237 hezar û 790 kes canê xwe ji dest dan.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 237  hezar û 790 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  103  milyon  û  528  hezar û 794 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 452 hezar kesan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Bedenên Dîyarbekirê peyama desteka zefera Xezzeyê
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu diçe Mêrdînê
Gundê Tekya ku malên wê di bin avê de man
Yapicioglu li Êlihê derheqê pêvajoya nû de axivî
Li Boluyê otêl şewitî: 10 mirî, 32 birîndar