Li Dêrîkê çinîna zeytûna dest pê kir

Cotkaran li navçeya Dêrîka Mêrdînê bi destpêkirina çinîna zeytûnan, destnîşan kirin ku îsal di zeytûnê de debreke baş heye.

Cotkaran li Dêrîka ku zeytûnê herî baş yên herêmê di xwe de dihewîne him di alîyê rekolteyê de û him jî di alîyê kalîteyê de bi şekleke baş pêşwazî kirin.

Zeytûna ku li gorî sala parîn debreke baş e rûyê cotkaran kêfxweş kir, zeytûna ku li navçeyê di alîyê zîraetê de ji bona îdareyê muhîmtîya wê gelek zêdeye de, bi gelek çeşîdên xwe tê ser sifreyan.

Bayram Erbekê cotkar derheqê komkirina zeytûnan de axivî û diyar kir ku komkirina zeytûnan gelek zehmet e, di seatên serê sibê de dest bi kar dikin û heta êvarê encax dikarin biçin malên xwe.

“Ger ku av tinebe zeytûn biçûk dimînin”

Erbek diyar kir ku, îsal baran gelek zêde bû ji ber vê yekê zeytûn jî zêdetir baş û bi qelîte ye, “Em zeytûnan kom dikin, nabin bazarê, mişterî tê baxçe ji xwe re distîne. Em zeytûnan dihêrin. Zeytûnên reş didin febrîqeyê ew li wê derê wan dikin rûn. Zehmetîya zeytûnan gelek pir e, komkirina wê jî me gelek reht dike. Îsal baran baş bû. Barîna baranê him randimana wê zêde kir û him jî toza ku li ser daran e paqij kir. Ger ku baran daran paqij nekirana, em ê di komkirinê de gelek zehmetîyê bidîtana. Av, feydeya wê ji zeytûnê re heye ku him rekolteya wan zêde dike û him jî wan biqelîte dike. Ger ku av tinebe zeytûn biçûk dimînin.”

Erbek derheqê çeşîdên zeytûnê de jî axivî û weha got, “Gelek çeşîdên zeytûnê heye. Ji ev çeşîdan çend hebên wan ev in; xirxalî, zoncix, şîn û bellotî. Ji van çeşîdan jî ew ê herî baş xirxalîye dû re jî zoncix e. Çeşîdekî wî yê bi navê kejikê jî heye lê ji ber ku ev çeşîda wî hindik e xwedîyê zeytûnan wê nafroşin ji xwe re heltînin.”

“Roja ku em zeytûnan kom dikin seat 7ê serê sibê dest pê dikin û 5ê êvarê jî paydos dikin”

Erbek di berdewama axavtina xwe de qala merheleyên komkirina zeytûnê jî kir û weha got, “Roja ku em zeytûnan kom bikin di 7ê serê sibê de dest pê dikin û di 5ê êvarê de paydos dikin. Lê hinek caran jî em heya nimêja ‘eşayê jî li baxçe zeytûnan kom dikin. Em zeytûnan kom dikin, ji hev diqetînin û li bêjingê dixin. Zeytûnên reş û ên ku ecikîne jî cuda dikin. Zeytûnê baş ên ku em wan jî cuda dikin ji mişterîyan re difroşin. Mişterî dema ku neyê zeytûnên xwe li baxçeyê nestîne em zeytûnên wê dibin mala wê. Li malê jî zeytûnan dişkînin û dikin nav bîdonan û dema ku mişterî derkeve jî ji wan re difroşin.”

“Komkirina zeytûnan kareke gelek zehmet e”

Erbek di axavtina xwe de qala zehmetîyên ku di komkirinê de tên kişandin jî kişand û weha got, “Şeklê komkirinê gelek zehmet e. Em di seat 7an de dest pê dikin û kom dikin. Merheleya wê ya ji çopê cudakirinê heye, cudakirina zeytûna reş heye, bêjinkkirin heye. Yanê ev kar gelek zehmet e. Dema ku cudakirin dawî bû mişterî tênê û zeytûnên xwe dibin, ew ji xwe re dişkînin. Carna jî dema ku mişterî tinebin em ji xwe re dibin malê û dişkînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye