Qeza li gundê Xanûkê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otomobîleke ku hêj plaqeya wê û nasnameya şofêrê wê nehatîye tespîtkirin, ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê winda kir, wergeriya.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiye û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
M.Ö (65), F.Ç (38), R.Ç (35), Y.Ç (6), G.Ç (5), E.Ç (4) û F.Ç (2) di qezayê de birîndar bûn.
Birîndar piştî alîkariya ewil ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.