Hat destnîşankirin ku mesele îro di seatên nîvroyê de li gundê Hurrîyetê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Cemal Akçil, ji bona ku heywanên xwe biçerîne derket heywanên derxist çîya. Di dema çerandina heywanên xwe de brûskê li heywanên wî xist. Di encama lê xistina brûskê de 7 jê berx tev de 53 mî telef bûn.
Di encama lê xistina brûskê de bi Cemal Akçil tiştek nebû lê dema ku heywanên xwe dît telef bûne di cîhê xwe de cemidî û gelek dilxwemgîn bû. Eqrebe û gundîyên ku Akçil dîtin jî çûn cem wî û wî tesellî kirin.
Salîh Sakê Qaymaqamê Hezroyê jî bi tevî lijneya Midirtîya Daristan û Zîreata Navçeya Hezroyê çûn cîhê meseleyê. (ÎLKHA)
https://youtu.be/mBpmxN2Ejt8