Li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê germahî bû 46 derece

Ji ber germahîyên zêde li bajarên welêt xelk newêre derkeve derve. Li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê germahî bû 46 derece û xelk xwe avêt bin daran.

Li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê ji ber germahîya zêde xelk nikare derkeve derve.

Li gorî daneyên ku ji Midûrtîya Herêma 15em a Meteorolojîyê li Diyarbekir, Şirnex û Mêrdînê germahî bû 46 derece.

Li van 3 bajaran welatî di navbera seat 11.00-16.00an de heta ne mecbûrî be derneyên derve û li navçeyan zarokan jî berê xwe dan hewûz û birkan û hewl dan xwe hênik bikin.

Kesên ku ji germahîya zêde aciz bûn xwe avêtin bin klîmayan an jî xwe dan ber cihên bi sih. Lê belê ew kesên ku li derve li ber tavê û kesên ku di firnan de dixebitin ji ber gemahîya zêde gelek zêde tesîrdar bûn.

Ferhat Dogruyê ku li Diyarbekirê firinvanîyê dike destnîşan kir ew, ev bû 25 sal an vî karî dike got ku ew ji ber germahîya zêde gelek zêde zehmetîyê dikşînin.

Mehmet kayayê ku hostaya înşaatê ye jî got ji ber germahîyê ew nikarin zêde bixebitin û dema ku dixebitin jî zehmetîyeke zêde dikşînin.

Li Qoser û Nisêbîna Mêrdînê jî welatî ji bo xwe ji germahîyê muhafeze bikin xwe avêtin cihên bi sî û welatî wextên xwe li park û bexçeyan derbas dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Stenbolê ji çayxanekî re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin
Li Sûdanê ji ber şoba Kolerayê 1316 kes canê xwe ji dest dan
Karwanê Hêvîyê li Êlihê ji mihtacan re goştê sor û zexîre belav kir
Li Emrîkayê êrîşa çekdarî û biwesayîtî: 15 mirî, 30 birîndar
Li Silêmanî sazîyên ku nêzê PKKê ne hatin girtin