Şewat, di seat 11.30yan de di avahîyekî ku li nêzê Camîya Qudusê ku ser Ceddeya Dr. Sitkî Guralê ye de pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di avahîyekî 7 qatî de, di qata duyemîn de ji ber sedemeke ku hêj nediyare dûman bilind bûne.
Daîreya ku dûman jê derdiket di demeke kurt de şewitî. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, ambûlans û polês hatin sewqkirin.
Hat destnîşankirin ku di encama bûyerê de pîrekek û 2 zarok ji dûmanê tesîrdar bûn û bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)