Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya

Barana ku di seatên serê sibehê de barîya, nêzê seatên nîvroyê cîhê xwe ji berfê re hişt.

Li çar alîyê Tirkîyeyê û herêmê baran û berf dibare, îro di seatên nîvroyê de li Dîyarbekirê jî berf tesîrdar bû.

Ji teref Midûrtîya Herêmê ya Meteorolojîyê ve hatibû diyarkirin ku li gorî texmînên wan ew ê berf bibare, gelê Dîyabekirê jî kêfa berfê derxistin.

Berfa ku li Dîyarbekirê li alîyê cîhên bilind xwe tesîrdar kir, gundên derdorê Dîyarbekirê wek yên navçeya Çinarê spî kir.

Ev bû çend roj e li Dîyarbekirê baran dibare û îro jî berf barîya, şofêrên ku li hêvîya berfê nebûn, ji nişkav ve ji bona ku bûyerên xerab pêk neyê di rê de bidîqet bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî
Encamên destpêkê yên serjimartina li Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin