Li Çinara Dîyarbekirê berhevkirina “Zêrê Kesk” dest pê kir

Li Dîyarbekirê cotkar, dest bi berhevkirina fistiqan ku jê re dibêjin “Zêra Kesk” kirin.

Berhevkirina fistiqên Sêrt û Entabê ku li ber çavê cotkaran gelek biqîmet e ku qezencekî zêde dide mirovan, di bin hewaya germ de tê kirin.

Cotkarên ku li gundê Barêya navçeya Çinara Dîyarbekirê erdên xwe kirine baxçeya fistiqa Sêrt û Entabê, ji rekolteya îsalê memnûn in.

Li herêma ku germahîya hewayê derdikeve heta 40-45 dereceyî, karkeran di seatên serê sibehê de dest bi berhevkirina fistiqan dikin.

Cotkarên ku îfade kirin li Riha û Entabê ji ber axê zû berhev tê kirin, ji cotkaran kîloya wî bi halê şil 105 Lîreyî tê standin.

MEHMET DEMÎRTAŞ

“Dema ku em fistiqên xwe didin Entabîyan ji me re dibêjin ‘Fistiqên we xweş û gewr in’”

Mehmet Demîrtaş ku îfade kir ew çend sal berê dest bi vê karê kirîye weha got, “Min van daran di sala 1980-1981an de ji Midurê çandinîyê ya wê dewrê stand. Wê çaxê min baxêma wan nedikir, motor tinebû cotê heywanan bû. Niha 10-15 sal e em baximê dikin û hemd ji Xwedê re werim heye û îsal jî rewş baş e. Baxima wan ev e tu zivistanê kirfetorekî lêdixîyê, biharê kilfetorekî lêdixîyê û tu yê di Gulanê de jî kilfetorekî lêbixîyê berê wî jî mer dikî û dermanên wan didî wan. Hemd ji Xwedê re baş e. Vana yên beha ne. Yên Entabê ne û çend heb yên Sêrtê jî di nav de hene. Entabî têne ji me distînin ji me re dibêjin yên we ji yê me xweştir û bedew in.”

PERTEV DEMÎRTAŞ

Pertev Demîrtaş jî îfade kir ku ew vê salê berhêmekî baş bidestxistine, “Em niha top dikin, darê fistiqan in. Li gorî Entab û Rihayê fistiqên cem me zû dighêjin. Îsal li gorî sala çûyîn baştir e lê fîyet li gorî par hindik e. 20 roj berê digotin wa derdikeve û kîloya wî 140 150 lîre ye. Par jî me bi 110an difirot îsal jî em bi 105an difroşin. Îro 3 roj e li Entabê û Rihayê milet derdikeve ser cedeyan rêyan digrin ku bila dengê wan derkeve. Yê me 120 darê me heye û em wisa texmîn dikin ku 3 – 4 ton em ê rakin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Diyarbekirê bernameya Mewlida Nebî hat lidarxistin
Di çalakiya Mewluda Nebî de ji bo Narîna ku li Diyarbekirê hat qetilkirin Fatîha hat xwendin
Erdogan: Hin kes li ser cenazeyê Narînê ket derdê berberîyê
Ensarûllah: Me bi mûşekeke nû ya balîstîk a hîpersonîk li Tel Avîvê xist
Di lêpirsîna Narîn Gûran de 2 kesên din jî hatin binçavkirin