Li Diyarbekirê ceyrana zêdetirî 10 mizgeftan hat qutkirin

Hat ragihandin li Diyarbekirê ceyrana zêdetirî 10 camîyan bi hinceta ku heqê ceyranê nehatiye dayîn ji teref Dîcle EDAŞê ve hat qutkirin.

Heqê ceyrana mizgeft û îbadetxaneyan ji teref dewletê ve tê dayîn. Lê belê dewlet bes heqê ronîkirinê dide û heqê ceyrana hênikkirin û germkirinê ji teref cemaata camîyan ve tê dayîn.

Li Diyarberê ceyrana zêdetirî 10 camîyên ku heqê ceyranê ji teref cemaata camîyan ve nikaribû bê berhevkirin, bi hinceta ku heqê ceyranê nehatiye dayîn ji teref Dîcle EDAŞê ve hat qutkirin.

Di nav camîyên ku ceyrana wan hat qutkirin de camîyên dîrokî yên mîna Salos, Xanzade, Şêx Ûsif jî hene.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an