Li Dîyarbekirê di dema nimêja bi cemaatî de navber nedayîna ji muzîka mîhrîcanê re bertek

Navber nedayîna ji dengê muzîka bilind a di bernameya ku li Qada Mizgefta Kurşunluyê ya ku di çarçoveya Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê de dihat kirin berteka mirovên ku di wê demê de li mizgeftê nimêj dikirin kişand.

Li Qada Mizgefta Kurşunluyê di çarçoveya Mîhrîcana Rêya Çandê ya Sûrê de di dema nimêja mexrîbê de ji bona zarokan bername hat tertîpkirin.

Li gorî xuyangên ku Xeta Xeber a WhatsAppa ÎLKHAyê re hatin şîyandin dengê bilind ê ku di dema bernameyê de dihat derxistin, mirovên ku di wê wextê de di nav Mizgefta Kurşunluyê de nimêjê dikirin aciz kir. Cemaet, mecbûr man ku bi tevî wê dengê bilind nimêjê bikin.

Cemaet, bang li rayedaran kirin û gotin ku bila dev ji bernameyên ku ji bawerî û nirxên wan re cuda ye bê berdan û ji hereketên ku di dema nimêjê de dibe sedema bêedebîyê bê dûrketin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye