Li Bismilê hejmarê girtîyên şerê erd derket 14 kesan

Derheqê şerê çekdarîya ku li Dîyarbekirê ji ber sedema nerazîbûna erdan pêk hatibû de hejmarê girtîyan derket 14 kesan.

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê ji ber nerazîbûna erdan bi çekan şer derketibû û tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin hêj berdewam dike.

13 kesên ku derheqê bûyerê de ji berê ve hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Karên Z.T.yê ku hatibû binçavkirin û hat tespîtkirin ku beşdarî bûyerê bûye jî hat temamkirin. Şikdarê ku ji dadgehê re hat birin hat girtin.

Di gundê Şîdadaya navçeya Bismilê de, di 15ê Hezîranê de di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber nerazîbûna erdan nîqaş derketibû û ew nîqaş bi derxistine çekan ji şer re vegerîyabû.

Di şerê çekdarî de 9 kesan canê xwe ji dest dabûn, 2 kesan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî