Li Dîyarbekirê pîreka ku wesayît lê qelibî wefat kir

Li ser Ceddeya Elaziga Dîyarbekirê wesayît li pîreka ku dixwest di rê de derbasî alîyê dinê bibe qelibî, di encama qezayê de pîrek canê xwe ji dest da.

Qeza, di seat 11.30yan de li ser Ceddeya Elaziga Taxa Fabrîkaya Yenîşehîrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 21 KA 521 li Çarrêya Mezopotamya Bûlwarîyê, li pîreka îxtîyar ya ku navê wê S.O. ye û dixwest ku di rê de derbasê alîyê dinê bibe qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tendurist û polês hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku pîreka îxtîyar li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye û şofêrê wesayîtê K.A. jî hat binçavkirin.

Cenazeya S.O. ji bo otopsîyê ji Sazîya Tip a Edlî re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman derheqê doxtorên ku ji Xezzeyê re şandin de daxuyanî da
Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyarîya berfa “tund” da
Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar
Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn