Li Dîyarbekirê qeza: 1 mirî, 4 birîndar

Li Dîyarbekirê şofêrê ku araqê xwaribû li motor û peyayan xist di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza, doh êvarê li Bûlwara Elazig a navçeya Bajarê Nû pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 46 VD 677 ya ku di bin îdareya O.F.T. de bû, ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li malbata ku di rêya peyayan de bû û dûre jî li motorbisiqleta bi plaqeya 21 ACN 622 ya ku di bin îdareya K.E. (45) qelibî.

Di encama qezayê de 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û hat tespîtkirin ku şofêrê wesayîtê O.F.T. ku hatibû binçavkirin eraqê xwarîye.

Hat diyarkirin ku motokurye K.E. digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin û hêj berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar