Li Dîyarbekirê qeza: 4 birîndar

Li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.

Qeza, doh di seatê 23.30yan de li ser Ceddeya Musa Anterê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku ji Ceddeya Ayşenûr Zarakoluyê diçû alîyê Ceddeya Musa Anterê, bi wesayîtekî ku plaqeya wî û navê şofêrê wî nehat hînbûn re li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn û di wesayîtan de xesara meddî çêbû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat despêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe