Qeza, di seat 09.00an de ku alîyê 450 Evlera ser rêya Farqîn-Dîyarbekirê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, M.A. yê şofêrê mînîbûsa bi plaqeya 21 AAU 209 ya ku li Bûlwara Farqînê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir, ji rê derket û teqle avêt.
Di encama qezaya ku pêk hat de 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
Birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)