Bûyer, li gundê ‘Embara ku girêdayê Bismilêye pêk hat. Li gorî îddîayan, di navbera du malbatên neyar de bi gotinan nîqaş derket, di demeke kurt de jî çek hatin derxistin.
Di encama pevçûnê de R.T. û Y.K. birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Y.K. yê rewşa wî giran e piştî midexeleya ‘ewil a li cihê bûyerê hat rakirin Nexweşxaneya Dewlet ya Bismilê.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)