Li Dîyarbekirê şerê çekdarî: 1 jê giran 3 birîndar

Li Dîyarbekirê di navbera du koman de nîqaş derket û bi çekan pevûn pêk hat, di encama bûyerê de, yek jê giran 3 kes birîndar bûn.

Nîqaşa ku doh êvarê di derdora seat 21.30an de li navçeya Sûrê di navbera her du koman de dest pê kir, bi derxistina çekan ji şer re veguherî.

Di encama şerê de V.U, M.H.A. û Y.K. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polîs û tenduristiyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî alîkariya ewil li cihê bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hate hînbûn ku ji birîndaran rewşa yekî giran e.

Hate hînbûn ku V.U yê di şer de birîndar bû jî şikdarê cînayetê bû û tê lêgerînkirin.

Hat ragihandin ku derheqê bûyerê de tehqîqateke berfireh a ku hatibû despêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin